速報APP / 圖書與參考資源 / Kaniya Helbestan

Kaniya Helbestan

價格:免費

更新日期:2019-05-27

檔案大小:7.8M

目前版本:5.0

版本需求:Android 4.2 以上版本

官方網站:http://Noushinsoft.blogfa.com

Email:Noushinsoft@gmail.com

Kaniya Helbestan(圖1)-速報App

Bernameya Kaniya Helbestan yekem bernameya Kurdî ye ku hewil dide dîwanên helbestvanên Kurd di yek cihê de kom bike û bigihîne destê xwîner û bikarhîneran.

Kaniya Helbestan(圖2)-速報App

Guhartoya pêncem ya vê Appê ku niha li ber destê we ye ji nêzî 4500 helbest û 78 dîwanên helbestan pêk hatiye.

Kaniya Helbestan(圖3)-速報App

Bi qasî me kariye me helbest bi alfabeya Latîn li ser Appê zêde kirîne lê li ber nebûna demê û nebûna nusxeya Latînî ya hinek helbestan bi neçarî me hinek dîwan bi taybet yên Soranî bi alfabeya Aramî li ser bernamê zêde kirîne lê em ê hewil bidin di nuxseyên bê de vê pirsgirêkê jî çareser bikin.

Kaniya Helbestan(圖4)-速報App

Hûn jî dikarin di Latînîkirin yan jî Dîgîtalîkirina helbestan de alîkariya me bikin. hîn pirr dîwan mane ku cihê wan di bernameyê de vala ye û pirr helbestvanên genc û nû jî hene ku xwedîdîwan in lê me ew nas nekirîne. Tikaya me ew e ku her bikarhînereke/î vê bernameyê ku dikare bi şandina helbest, dîwan, pêşniyar û rexneyên xwe alîkariya me bike bi me re alîkar be û di pêşvebirina vê Appê de pişikdar be.

hûn dikarin bi rêka E-Maila (noushinsoft@gmail.com) bi me re bikevin têkiliyê. her viha hevalên Alîkar di amadekirina vê berhemê de jî dikarin bersiva pirs û daxwaz û pêşniyarên we bidin. di Tora Facebookê de hûn dikarin bi Qasimê Xelîlî , Îrec Mêhrbexş , Memê Miksî û Walî Bedelpûr re bikevin peywendiyê.